Li Îranê zêdetirî 50 qadên çandî zerar dîtin

Îranê daxuyand ku ji destpêka şer ve herî kêm 56 mûze, avahiyên dîrokî û qadên çandî di êrîşên DYE û Îsraîlê de zerar dîtine. Hat diyarkirin ku herî zêde zerar gihîştiye Tehran û eyaleta Kurdistanê.

Îranê daxuyand ku ji destpêka şer ve herî kêm 56 mûze, avahiyên dîrokî û qadên çandî di êrîşên DYE û Îsraîlê de zerar dîtine.Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA daxuyanî da.

Li gorî nûçeyê herî zêde bandor li paytexta Îran Tehranê kiriye. Hat ragihandin ku 19 cihên dîrokî yên Tehranê zerar dîtine. Eylaeta Kurdistanê di rêza duyemîn de ye; 12 qadên çandî yên herêmê di êrîşan de zerar dîtine.

Di parvekirina X’ê ya hikûmeta Îranê de hat diyarkirin ku li paytexta eyaleta Kurdistanê Sineyê hin avahiyên dîrokî jî ji êrîşan zerar dîtine.